Nêçîrvan Barzanî û Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Brîtanyayê civiyan

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Brîtanyayê Jonathan Powell li Hewlêrê civiyan.

20 Cotmeh 2026 - 10:17
20 Cotmeh 2026 - 10:17
 0
Nêçîrvan Barzanî û Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Brîtanyayê civiyan

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî doh berî nîvro bi Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Brîtanyayê Jonathan Powell û şandeya pê re rûnişt.

Balyozê Brîtanyayê yê Îraqê Irfan Siddiq û Konsulê Giştî yê Brîtanyayê yê Herêma Kurdistanê jî di hevdîtinê de amade bûn.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de pêwendiyên Brîtanyayê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re, bi taybetî jî yên di warê ewlehî û leşkerî de hatine nirxandin.

Her du aliyan bal kişandiye ser hevkariya hevpar a ji bo rûbirûbûna metirsiyên terorê û parastina aramiyê li Îraq û herêmê.

Mijareke din a sereke ya civînê jî rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û bilezkirina hewlên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû.

Her wiha mijara pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û çareserkirina pirsgirêkên asêmayî yên di navbera her du aliyan de jî hatin gotûbêjkirin.

Di beşeke din a civînê de bipêşketinên dawî yên siyasî û ewlehiyê yên li herêmê bi giştî û hewlên dîplomatîk ên ji bo kêmkirina aloziyan hatin nirxandin.

 

Ev nûçe bi tevahî 65 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 23:07:00