Amerîka: Tirkiyê em bi êrîşa xwe agehdar nekirin

Wezareta Derve ya Amerîkayê metirsiya xwe derbarê êrîşên Tirkiyê li ser Çiyayê Şingalê û Qereçoxa Rojavayê Kurdistanê nîşanda û got ku, Tirkiyê ew bi êrîşa xwe agehdar nekrine.

26 Avrêl 2017 - 04:16
26 Avrêl 2017 - 04:16
 0
Amerîka: Tirkiyê em bi êrîşa xwe agehdar nekirin

Di kongreyeke rojnamevanî de derbarê êrîşên Tirkiyê li ser Çiyayê Şingalê û Qereçoxa Rojavayê Kurdistanê Berdevkê Wezareta Derve yê Amerîkayê Mark Toner got, Tirkiye ne em û ne jî Hevpeymaniya Navnetewî bi êrîşa xwe agehdar nekirine û ev yeke cihê dilgranî û metirsiya me ye.

Herwiha Berdevkê Wezareta Derve yê Amerîkayê da zanîn ku, wan metrsî û dilgiraniya xwe gihandine Hikumeta Tirkiyê.

Di daxuyaniya Wezareta Pêşmerge de jî hat bombebarankirina Pêşmerge nayê qebûlkirin û ew pirsgirêk û grift hemû ji ber hebûna PKKê li wê navçeyê ye.”

Ev nûçe bi tevahî 1441 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 09:52:26