Amerîka: Tirkiyê jiyana leşkerên me xist xeterê

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Mark Toner li ser êrîşa asmanî ya Tirkiyê bi ser Çiyayê Şingalê û Çiyayê Qereçoxê di civîna rojane ya rojnamevanî de nirxandin kir.

28 Avrêl 2017 - 03:19
28 Avrêl 2017 - 03:19
 0
Amerîka: Tirkiyê jiyana leşkerên me xist xeterê

Toner di civîna îro ya rojnamevanî de got, "Me fikarên xwe di asta herî bilind de ji bo gavên Tirkiyê yên davêje bi awayekî zelal anî ziman. Wan ji xeynî ku çalakiyên xwe bi koalîsyonê re kordîne nekir, herwiha jiyana leşkerên Amerîkî jî xist xeterê."

Mark Toner bal kişand ser ku ew metirsiyên Tirkiyê yên ji bo PKKê fahm dikin, lê vê êrîşê qebûl nakin.

Toner got, ‘Me bi awayekî zelal ji wan re got ku pêwîst e hemû çalakiyên xwe bi koalîsyonê re kordîne bikin.'

Ev nûçe bi tevahî 1470 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 15:06:33