Artêşa Amerîkayê li Idlibê li hember rêveberekî El-Kaîdê operasyonek pêkanî

Artêşa Amerîka ragihand, wan îro Duşemê rêveberekî diyar ê rêxistina El-Kaîde li Idlibê kirine armanc.

28 Hezîran 2022 - 05:48
28 Hezîran 2022 - 05:48
 0
Artêşa Amerîkayê li Idlibê li hember rêveberekî El-Kaîdê operasyonek pêkanî

Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîka di daxuyaniyekê de ragihand, rêveberê di El-Kaîde de Ebû Hemze El-Yemenî bi tena xwe li ser motorsîklekê bû dema hatiye armanckirin û di êrîşê de ziyan negihîşt ti sivîlên din.

Herwaha hat ragehandin: “Armanckirina vî serkirdeyê navdar, dê karîna El-Kaîde ya pêkanîna êrîşan li dijî welatiyên Amerîkî, li dijî hevkarên me û li dijî sivîlên bêguneh li seranserê cîhanê asteng bike.”

Ji aliyê xwe ve, tora “CNN” li ser zarê karbidestekî haydar ragihand, Amerîka gelekî bawer e ku wê di êrîşa firokeya bê firokevan de Ebû Hemze El-Yemanî kuştiye.

Ev operasyona duyemîn e ku hêzên Amerîkî di meha Hezîranê de li dijî serkirdeyekî cîhadî li Sûrîyê pêk tîne.

Roja 16ê vê mehê, hêzên Amerîkî di operasyonekê de li bakurê Helebê serkirdeyekî navdar ê DAIŞê yê bi navê Hanî Ehmed El-Kurdî desteser kiribû.

Ev nûçe bi tevahî 807 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:32:24