Artêşa Iraqê: Bi Pêşmerge re gihîştin rêkeftinê

Fermandarê Operasyonên Hevbeş ên Artêşa Iraqê aşkere kir, ew bi Pêşmerge re gihîştine rêkeftinê.

6 Tîrmeh 2020 - 06:52
6 Tîrmeh 2020 - 06:52
 0
Artêşa Iraqê: Bi Pêşmerge re gihîştin rêkeftinê

Peyvdarê Operasyonên Hevbeş ên Artêşa Iraqê Lîwa Tehsîn Xefacî ragihand, ew bi Pêşmerge re gihîştine rêkeftinê ji bo damezirandina navenda hevbeş bi armanca dabînkirina ewlehiya li navçeyên ku hêzên pasewanên Herêmê û hêzên federalî lê nîn in.

Got jî: Em di civîna ligel Pêşmerge de rêkeftin ku hemû astengiyên ewlehiyê yên hene û terorist sûdê jê dibînin nehêlin.

Diyar kir jî, dengoya wê belav bûye, ku terorist ji Sûriyê vex we vididizin Iraqê, lê metirsiya wan ne zêde ye ku cihê nîgeraniya mezin be, ji ber ku karînên Fermandariya Operasyonên Hevbeş hene, teroristan jinav bibin.

Demek e Çekdarên DAIŞê derfet dîtine û êrîşî hin navçeyên Iraqê dikin, bi taybet li navçeyên di navbera Kerkûk, Selahedîn û Diyale de.

Ev nûçe bi tevahî 948 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:57:37