Artêşa Sûriyê kete Minbicê

Ligor agahdariyên Ajansa Anadolu ya Tirkiye, berî yek demjimêrî (derdora demj. 15:00) Artêşa Sûriye bi hevahengî ligel yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi 40 pîkab, 2 tanq, barhîlgirên alavên serbazî ji başûrê bajarok ketine devera Arîmah.

25 Berfanbar 2018 - 12:36
25 Berfanbar 2018 - 12:36
 0
Artêşa Sûriyê kete Minbicê

Ev bûyer, piştî helwêsta Serokê Amerikayê Donald Trump a vekşandina Hêzên Amerîkî û gefên Tirkiye liser rojhilatê Firatê/ rojavayê Kurdistanê tê.

Berî çendîn rojan hatibû ragihandin ku, li bajarê Qamişlo hevdîtin di navbeyna Birêvebiriya Xweser û rejîmê de pêkhatiye, lê berpirsê Pêwendiyên Diplomasî yê PYD Salih Muslim ji K24 re ragihandibû ku, tu hevdîtinek weha lidar neketiye.

Ev nûçe bi tevahî 1093 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 03:25:52