Civîna Encûmena Wezîran a taybet bi pirsa mûçe dest pê kir

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê li ser mijara mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê, civîneke awarte lidar xist.

11 Çile 2025 - 07:36
11 Çile 2025 - 08:11
 0
Civîna Encûmena Wezîran a taybet bi pirsa mûçe dest pê kir

Bi amadebûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, nûnerên Herêma Kurdistanê li hikûmeta federal û serokên fraksyonên Kurdistanî yên hemû aliyan, civîneke awarte ya Encûmena Wezîran dest pê kir.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî ji K24ê re ragihand: “Daxwaza vekişîna Kurdan ji Bexdayê yek ji wan bijardeyên ku di civîna awarte ya Encûmena Wezîran de tê gotûbêjkirin.”