Daxuyaniya fermî hat: Roja propagandaya hilbijartinan diyar bû

Komîsyona Hilbijartinan a Îraqê bi awayê fermî ragihand ku propagandaya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dê sibe dest pê dike.

24 Îlon 2024 - 11:43
24 Îlon 2024 - 11:43
 0
Daxuyaniya fermî hat: Roja propagandaya hilbijartinan diyar bû

Komîsyona Hilbijartinan a Îraqê bi awayê fermî ragihand ku propagandaya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dê sibe dest pê dike.

Meclisa Komîseran a Komisyona Hilbijartinan îro li ser hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê civiya.

Serokê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê Umer Ehmed piştî civînê konferanseke rojnamegeriyê li dar xist.

Hakim Umer Ehmed ragihand ku sibe (25ê Îlonê) roja yekem a propagandayê ye û dê propaganda heta 15ê Çiriya Pêşîn berdewam bike.

Hilbijartinên dewreya 6an ên Parlamentoya Kurdistanê dê 20ê Çiriya Pêşîn bên kirin.