Erdhejekê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê hejand
Erdhejekê bi hêza 5.1 pileyên Rêxterê bajarkê Qesr Şirînê yê sinorê parêzgeha Kirmanşanê ya Rojhilatê Kurdistanê û bajarkê Kelarê yên navenda Îdareya Serbixwe ya Germiyanê li Herêma Kurdistanê hejandin.
Li dû raporta destpêkê ya Navenda Erdhejzaniyê ya Komara Îslamî ya Îranê, hêza wê erdhejê 5.1 pileyên Rêxterê bû û seet 05:00 ê serê sibeha îro (Duşem, 27.01.2025) bajarkê Qesr Şirînê yê sinorê parêzgeha Kirmanşanê ya Rojhilatê Kurdistanê çê bûye.
Çavkaniya navbirî herwesa amaje jî daye ku, ew erdhej bi kûratiya 8 kîlometran di bin erdê de di navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de çê bûye.
Her wê çavkaniyê ron jî kiriye, cihê wê erdhejê bi dûratiya 21 kîlometran ji Qesr Şirînê, dûratiya 22 kîlometran ji Xaneqînê û dûratiya 39 kîlometran ji Serpêla Zehawê hatiye tomarkirin, lê heta niha çi zanyar li ser zirarên canî û madî yên wê erdhejê nehatine belavkirin.