Erkê Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê li Kurdistanê bidawî hat

Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê li Hewlêrê ji ber bidawîhatina erkê xwe li Herêma Kurdistanê û ji bo xatixwastinê serdana Serok Barzanî kir.

24 Çile 2024 - 09:21
24 Çile 2024 - 09:21
 0
Erkê Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê li Kurdistanê bidawî hat

Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê li Hewlêrê Memet Mevlut Yakut ji ber bidawîhatina erkê xwe li Herêma Kurdistanê û ji bo xatixwastinê serdana Serok Barzanî kir û dilxweşiya xwe ji bo wê demê diyar kir ku li Herêma Kurdistanê kar kiriye, herwesa tekez li ser berdewamî û pêşveçûna peywendiyên dostane yên navbera Herêma Kurdistanê û Tikriyeyê kir.

Serok Barzanî jî spasiya Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê kir û daxwaza serkeftinê di karê wî yê nû de jê re kir û tekez li ser pêşvebirina peywendiyên navbera her du aliyan di hemî kertên cuda cuda de kir.

Rewşa deverê û Îraqê û dawî pêşhat û alozî mijarên tewerekê dî yê danûstandinan bûn.