Fermandarê Pêşmerge: Çekdarên PKKê bi xwe ew keça Kurd kuştin

Fermandarê Hêzên Pêşmergeyên Roj li Şingalê dibêje, ew keça ku duhî li Xanesorê hat kuştin, çekdarên PKKê bi xwe gule berdane wê û ew kuştine.

15 Adar 2017 - 18:52
15 Adar 2017 - 18:52
 0
Fermandarê Pêşmerge: Çekdarên PKKê bi xwe ew keça Kurd kuştin

Derbarê wê bûyerê, Fermandarê Pêşmergeyên Roj Qadir Şêx Mem ji malpera KDP.info re ragihand:

“PKK xelk li hemberî çeperên Pêşmerge kom kiribûn û çekdarên xwe jî tevlî wan kiribûn, da ku êrişî Hêzên Pêşmerge bikin û ji wan re bêjin ji Şingalê vekişin. Di wê demê de hêzên polîsên sivîl hatin da ku ti pirsgirêkên mezin çênebin. Lewma jî xelk vegerin, lê çekdarên PKKê li dijî vegera wan bûn û gule berdan wan ji bi ku vegerin û pevçûn di navbera wan û Pêşmerge de derkeve, helbet wê demê guleyek keçeke Kurd bi navê Naze Nayif ket û di encamê de wê keçê jiyana xwe jidest da. Hêzên Pêşmerge tenê yek gule bernedan wan xwepêşanderan.

Şêx Mem wiha got: “Niha rewş aram bûye, lê Hêzên Pêşmerge berdewan li hemberî her êrişeke PKKê di amabaşiyê de ne.”