Geştên rasterast ên di navbera Kurdistanê û Gurcistanê de dest pê dikin

Yekemîn geştên esmanî yên rasterast ji firokexaneyên Hewlêrê û Bexdayê ber bi Firokexaneya Tiblîs a Gurcistanê ku piştî şerê li dijî DAIŞê hatibûn rawestandin, îro dê dest pê bikin.

8 Hezîran 2023 - 11:02
8 Hezîran 2023 - 11:02
 0
Geştên rasterast ên di navbera Kurdistanê û Gurcistanê de dest pê dikin

Wezareta Veguhestinê ya Iraqê îro Pêncşemê 8ê Hezîrana 2023an di daxuyaniyekê de ragihand, qonaxa yekem a geştên esmanî yên ber bi Gurcistanê ve dê her Pêncşem be kirin.

Wezareta Veguhestinê ya Iraqê destnîşan kir ku ji nû ve destpêkirina geştên rasterast piştî 9 salan ji rawestandinê dest pê dike û di qonaxa duyem de dê hejmara geştan bê zêdekirin jî.

Li gorî rênimayên Wezareta Veguhestinê ya Iraqê, vîzeya Gurcistanê dê 6 meh bin û ji bo wergirtina vîzeyê jî ji 7 heta 10 rojan divê çaverê bî.