Hakan Fîdan îro digihe Hewlêrê
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan dê siba jî bi berpirsên bilind ên Herêma Kurdistanê re dest bi hevdîtinan bike
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan dê îro danê êvarê bigihe Hewlêrê û siba pêncşemê bi berpirsên bilind ên Herêma Kurdistanê re dest bi hevdîtinan bike. Di civînan de, dê çend mijarên girêdayî Enqere û Hewlêrê, bi taybetî hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bên gotûbêjkirin.
Şeva borî piştî civîna ligel Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên; Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan îro danê sibê li Koşka Selam a Bexdayê bi Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd re civiya. Di hevdîtinê de têkiliyên Tirkiye û Iraqê û mijarên din dê bên gotûbêjkirin.
Biryar e Hakan Fîdan piştî civîna bi Serokomarê Iraqê re, bi Serokwezîrî Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî re bicive.
Piştî civînên wî yên li Bexdayê; Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan dê îro danê êvarê bigihe Hewlêrê û ligel berpirsên payebilind ên Herêma Kurdistanê bicive. Li gorî agahiyan, Hakan Fîdan bi awayekî cuda ligel Serok Barzanî; Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî bicive.
Ev serdana Hakan Fîdan wek amadekariyekê ji bo serdana Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bo Iraq û Herêma Kurdistanê ye, ku heta niha bi fermî ji aliyê Enqere û Bexdayê ve nehatiye aşkerekirin.
Serdana Hakan Fîdan bo Herêma Kurdistanê girîng e
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramî şeva borî di dema beşdarbûna di bernameya “Basî Roj” a K24 de, behsa serdana Hakan Fîdan bo Herêma Kurdistanê kir û got: “Herêma Kurdistanê bi cidî dixwaze ku têkiliyên wê yên erênî bi welatên cîran re hebin û dixwaze van peywendiyan li ser astên cuda bipêş bixe. Tirkiye yek ji wan welatan e ku hevsînorê Herêma Kurdistanê û pêwendiyên me yên dîplomatîk û bazirganî bi wan re hene.”
Hewramî da zanîn, Herêma Kurdistanê beriya ku bibe beşek ji nexşeya enerjiyê ya cîhanî, Herêmek e di destûrê de hatiye naskirin û got, li ser vê bingehê, pêwendiyên Tirkiyê yên erênî ligel Herêma Kurdistanê hebûn. Ev peywendî piştî pêşketina enerjiyê li Herêma Kurdistanê jî, zêdetir bipêş ketin.