Kerkuk: Droneke bombebarkirî ket xwarê

Li navçeya Pirdê ya parêzgeha Kerkûkê droneke bombebarkirî ket xwarê.

30 Çile 2024 - 15:58
30 Çile 2024 - 15:58
 0
Kerkuk: Droneke bombebarkirî ket xwarê

Çavekaniyeke polîsên Kerkûkê ragihand ku piştî nîvro li nêzikî gundê Bîbaniyê yê Pirdê droneke bombebarkirî ketiye xwarê.

Li gorî şahidan, “li esman agir bi dronê ketiyê û piştre ketiye xwarê lê ti ziyanek çênebûye.”

Berxwedana Îslamî ya Îraqê ku ji milîsên Şîe pêk tê, ji 17ê Çiriya Pêşîna 2023yan ve li Îraq û Herêma Kurdistanê 66 carana êrişî hêzên Amerîkayê kiriye.

Herwiha Berxwedana Îslamî ya Îraqê ji 17ê Çiriya Pêşîna 2023yan ve li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê jî 98 caran êrişî hêzên Amerîkayê kiriye.

Li aliyê din Berxwedana Îslamî 28ê Kanûna Paşîna 2024an li sînorê Sûriye-Urdunê êrişî baregeha Tower 22 a hêzên Amerîkayê kiribû.

Di êrişa dronî de 3 leşkerên Amerîkayê canê xwe ji dest dabû û 25 jî birîndar bûn.