Li 11 gundên Amedê qedexeya derketina derve
Li gorî zanyariyên berdest, Walîtiya Amedê li 11 gundên Amedê qedexeya derketina derve ragihand.
Li gorî zanyariyên berdest, Walîtiya Amedê li 11 gundên Amedê qedexeya derketina derve ragihand.
Hat ragihandin ku li 11 gundên girêdayî navçeyên Licê, Hezro û Kocakoyê ji ber operasyonên leşkerî qedexeya derketina derve hatiye îlankirin.
Li gorî daxuyaniya walîtiyê gundê ku qedexeya derketina derve lê hatiye îlan kirin wiha ne: Gundên Kayacik, Ortaç, Yalaza, Baglan, Çavundur, Dolunay û Kabakaya yên Licê, Çitlibahçe, Sarierik û Ormankaya yên Hezro û gundê boyunlu yê Kocakoyê ji 28ê Berfenbara 2016an seet ji 05.00an pêve qedexe hatiye ragihandin.