Li Dîlokê agir bi daristanê ket
Li navçeya Nurdagiyê ser bi parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê ve, doh ji ber sedemeke nehat zanîn agir bi daristanê ket.
Bi hatina havînê re li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê agirê daristanan zêde bûne. Li nêzîk gundê Durmuşlar ê Nurdagiyê, duh 19ê Tîrmehê ji ber sedemeke ne diyar agir bi daristanê ket û belav bû.
Li ser agahdarkirinê tîmên agir vemirandinê bo cihê bûyerê hatin şandin.
Tîmên Şaredariya Bajarê Mezin a Dîlokê bi 24 otomobîl û 80 karmendan dest bi kar û xebatên vemirandina agir kirin. Herwiha ji esman ve jî 3 helîkopter beşdarî xebatên vemirandina agir dibin.