Li gundekî Amedê 20 roj in elektrîk nîne
Li gundê Sersevanê yê navçeya Pîranê ya parêzgeha Amedê, 20 roj in elektrîk nîne.
DEDAŞê beriya 20 rojan trafoya gundê ku 80 mal lê hene rakiriye û biriye.
Parlamentera Partiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP)ya Amedê Adalet Kaya bi gundiyan re civiya û daxuyanî da.
Adalet Kayayê di axaftina xwe de diyar kir ku 20 roj in elektrîk nîne û car caran jî av jî qût dibe.
Kayayê wiha berdewam kir:
“Karmendên DEDAŞê trafoyê biriye. Nexweşên astengdar hene, bi hinek kesan re nexweşiyên kronîk hene û zarok li vir dijîn.
Gundî sedema rakirina trafoyê nizanin. Deyn nîne û elektrîka qaçex jî nehatiye dîtin.”
Kayayê xwest ku DEDAŞ têkildarî rewşê daxuyanî bide û demildest elektrîkê bigihîne gundiyan.