Li Hewlêrê bi amadebûna Serok Barzanî Roja Niştimanî ya Fransayê hat pîrozkirin

Konsulê Giştî yê Fransa yê li Hewlêrê: “Bijî dostaniya gelê Fransa û gelê Kurd.”

15 Tîrmeh 2022 - 03:40
15 Tîrmeh 2022 - 03:40
 0
Li Hewlêrê bi amadebûna Serok Barzanî Roja Niştimanî ya Fransayê hat pîrozkirin

Li Hewlêrê roja pêncşemê 14ê Tîrmeha 2022yan, bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî, bîranîna roja niştimanî ya Fransayê birêve çû.

Konsulê Giştî yê Fransa yê li Hewlêrê Olivier Decottignies di axaftina xwe de cejna netewî ya welatê xwe pîroz kir û got: “Bijî dostaniya Fransî û Kurdan.”

Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî di axaftina xwe de bal kişand ser pêwendiyên navbera gelê Fransa û gelê Kurd.

Sefîn Dizeyî got: “Herêma Kurdistanê welatê pêkvejiyanê ye, pêwendiyên navbera Hewlêr û Parîsê vedigere 50 heta 60 salên beriya niha.”

Ev nûçe bi tevahî 627 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 15:23:37