Li Meletiyê erdhej çêbû

Li navçeya Arxayê ya Meletiyê bi hêza 4,1 pileyan careke din erdhejek çêbû.

16 Sibat 2024 - 02:59
16 Sibat 2024 - 02:59
 0
Li Meletiyê erdhej çêbû

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand li navçeya Arxayê ya Meletiyl demjimêr 06:54an bi hêza 4,1 pileyan erdhejek çêbûye.

AFADê da zanîn ku erdhej û 8,9 kîllometreyan di bin erdê de çêbûye.

Derbarê zererên canî û madî de heta niha ti zanyarî nehatine bidestxistin.

Piştî erdhejên 6ê Sibata 2023yan zêdeyî salekê ye erdhejên paşekî berdewam in û pisporên erdhejê bi taybet hişyariyan didin ku divê ji bo erdhejên bihêz jî amadekarî hebin.