Li Rihayê 2 malbat pev çûn: 2 kuştî û 9 birîndar

Li navçeya Bêrecûkê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, di şerê 2 malbatan de 2 kes hatin kuştin û 9 kes jî birîndar bûn.

29 Gulan 2025 - 10:33
29 Gulan 2025 - 10:33
 0
Li Rihayê 2 malbat pev çûn: 2 kuştî û 9 birîndar

Li gundê Heyderehmedê yê navçeya Bêrecûkê ya Rihayê di navbera du malbatên xizmên hev de nîqaş derket.

Piştî nîqaşê endamên her du malbatan bi dar, kevir, kêr û çekan pev çûn û 11 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û wan birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Bêrecûkê.

Ji birîndaran Mehmet Bulut û pismamê wî Îbrahîm Bulut tevî hewldanên bijîşkan jî mirin.

Hat ragihandin ku her 9 birîndarên din tên dermankirin.

Hêzên ewlehiyê li derdora nexweşxaneyê û gundê Heyderehmedê tedbîrên ewlehiyê standine.

Lêkolîna ku derbarê bûyerê hatiye destpêkirin jî berdewam dike.