Li Rihayê cenazeyê kesekî di kanala avê de hat dîtin

Li navçeya Xelîliyê ya Rihaya Bakurê Kurdistanê cenazeyê kesekî di kanala avê de hat dîtin.

7 Îlon 2023 - 08:34
7 Îlon 2023 - 08:34
 0
Li Rihayê cenazeyê kesekî di kanala avê de hat dîtin

Li gor gahiyan, li Taxa Şêxçobanê ya navçeya Xelîliyê îro welatiyan cenazeyek di kanala ji bo avadaniyê de dît.

Welatiyan navendên pêwendîdar ji rewşê agahdar kirin.

Li ser agahdarkirinê tîmên AFADê, Parastina Sivîlan û poilîs çûn cihê bûyerê.

Tîman cenaze ji avê derxistin.

Tîma tenduristiyê cenaze ji bo otopsiyê bir Saziya Tiba Edlî ya Rihayê.