Li Şemzînanê teqîn

Li Şemzînana Culemergê leşkerên ku derketibûn operasyona li dijî endamên PKKê rastî teqemeniya ku li wir hatiye bicihkirin bûn. Di encama teqîna teqemeniyê de 1 ji wan bi giranî, 3 leşkerên tirk birîndar bûn.

9 Gulan 2017 - 07:19
9 Gulan 2017 - 07:19
 0
Li Şemzînanê teqîn


Li Şemzînanê navçeya Culemergê leşkerên girêdayî Artêşa tirk ku li dijî endamên PKKê derketibûn operasyonê, di dema lêgerînê de pê li teqemeniya ku li wir hatiye bicihkirin kirin. Bûyer vê sibehê li sînorê Şemzînan û Îranê qewimî. Yek ji wan bi giranî 3 leşker birîndar bûn. Leşkerên birîndar rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Geverê. Operasyonên leşkeran jî hêj berdewam in.