Li Silêmaniyê konferansa aborî û bazirganiyê di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de birêve diçe

Li Silêmaniyê bi amadebûna hejmarek ji berpirsên herdu aliyan, bazirgan û karsazan, konferansa aborî û bazirganiyê di navnera Herêma Kurdistanê û Îranê de birêve diçe.

19 Tebax 2023 - 08:58
19 Tebax 2023 - 08:58
 0
Li Silêmaniyê konferansa aborî û bazirganiyê di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de birêve diçe

Ajansa Kurdistan24ê yê li Silêmaniyê ragihand, îro 19ê Tebaxa 2023an, konferansa aborî û bazirganiyê di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de dest pê kir û heta êvarê dê berdewam be.

Serokê Yekîtiya Hawirde û Hinardekarên Herêma Kurdistanê Mistefa Şêx Ebdurehman di axaftina xwe de bixêrhatinî li amadebûyên konferansê kir û got: “Em dixwazin pêwendiya aboriyê ya navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê bihêztir bikin, ku niha qebareya wê salane şeş milyar dolar e.”

Mistefa Şêx Ebdurehman eşkere kir, wek Yekîtiya Hawirde û Hinardekarên Herêma Kurdistanê armanca wan ew e ku pêwendiyên xwe ligel Îranê roj li pet roj ber bi pêşve bibin û got: “Sînorê me yê berfireh ligel Îranê heye û em dixwazin pêwendiyên bazirganiyê pêşve bibin.