Li Şirnexê şer: Paswanekî gund hate kuştin

Li navçeya Qilebana Şirnexê, di encamê şer û pevçûnên navbera hêzên Artêşa Tirk û gerîlayên PKK de pasewanekî gund hat kuştin, 3 pasewan jî birîndar bûn.

2 Tîrmeh 2017 - 05:18
2 Tîrmeh 2017 - 05:18
 0
Li Şirnexê şer: Paswanekî gund hate kuştin

Operasyonên hêzên ewlekariya Tirkiyê li gelek deverên Bakurê Kurdistanê berdewam dikin. Şeva bihurî, li navçeya Qilebanê bejahiya gundê Hîlalê di navbera hêzên ewlekariya Tirkiyê û gerîlayên PKK de şer derket.

Hat ragehandin, di gulebarana destpêkê de, pasewanê gund Serhat Benek li cihê bûyerê canê xwe ji dest da û 3 pasewan jî birîndar bûn. Birîndar bi helîkopteran rakirin nexweşxaneya Şirnexê.

Hat ragehandin, li deverê operasyona Artêşa Tirk berdewam dike.