Li Xarpêtê erdhej çêbû

Li navçeya Qowanciyanê ya parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê bi hêza 3,5 pileyan erdhejek çêbû.

12 Tîrmeh 2024 - 09:15
12 Tîrmeh 2024 - 09:15
 0
Li Xarpêtê erdhej çêbû

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku îro li navçeya Qowanciyanê ya Xarpêtê erdhej çêbû.

Li gorî AFADê, erdhej demjimêr 08:30an çêbûye û hêza wê 3,5 pile bûye.

AFADê ragihand ku kûrahiya erdhejê 8.35 kîlometre bûye.