Li Xarpêtê erdhej

Li parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi hêza 4,2 pileyan çêbû.

30 Berfanbar 2023 - 14:46
30 Berfanbar 2023 - 14:46
 0
Li Xarpêtê erdhej

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku îro demjimêr 16:05ê li parêzgeha Xarpêtê erhejeke bi hêza 4,2 pileyan çêbûye.

AFADê destnîşan kir ku kûrahiya erdhejê 9,36 kîlometretan bûye.

Li aliyê din Rasatxaneya Kandilliyê jî ragihand ku hêza erdhejê 4,4 pile bûye.

Derbarê zerer û ziyanênên erdhejê de heta niha ti daxuyaniyek nehatiye belav kirin.