Li Xûrmatû agirbest hat ragihandin

Hat ragihandin ku li navçeya Xûrmatû di navbera Pêşmerge û milîsên Heşdî Şabî de agirbest hatiye îlankirin.

14 Cotmeh 2017 - 05:28
14 Cotmeh 2017 - 05:28
 0
Li Xûrmatû agirbest hat ragihandin

Qaymiqamê navçeya Kerkûkê Şelal Ebdul ragihand: “Şeva derbasbûyî heta danê sibê bi telefon me danûstandin li gel hêza Bedir, çekdarên Esaîbî Ehlî Heq û hêza Şehîd Sedir kir. Di encamê de em gihiştine wê biryarê ku teqekirin were sekinandin.”

Ebdul da zanîn, ku niha rewşa navçeyê aram e û got: “Şeva derbasbûyî ji ber aloziyan cadeya sereke ya bajêr hatibû girtin lê niha hatin û çûn asayî bûye.”

Herwiha li Xurmatû çekdarên Heşda Şeibî teqe li hemwelatiyan kirin û bi zora çek xwestin kurdan ji malên wan derbixin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Fermandariya Giştî ya Hêzên Pêşmerge derbarê vê yekê de hişyarî dan û banga aramkirina rewşê kirin.

Her wiha hejmara şêniya navçeyê bi tevê gundên wê 220 hezar kes in, kurd U, ereb % û tirkmen jî 0ê şêniya navçeyê pêktînin.