Hêzên Iraqî li Kerkûkê malên kurdan teftîş kirin!

Hêzên Iraqî li bajarê Kerkûkê malên kurdan li taxên bajêr teftîş kirin û bê hurmetî li wan kirin.

28 Mijdar 2019 - 06:54
28 Mijdar 2019 - 06:54
 0
Hêzên Iraqî li Kerkûkê malên kurdan teftîş kirin!

Îro danê sibê tîmên taybet yên artêşa Iraqê ketin malên kurdan li taxên Esra-Mefqûdîn û Serbaz yên bajarê Kerkûkê.

Li gorî agahiyan, hêzên Iraqî bi behaneya hebûna çekan bi awayekî kirêt malên kurdan teftîş kirin û bê hurmetî li wan kirin.

Ev cara yekê nîne hêzên Iraqî bi behaneyên vala dikevin malên kurdan. Heta niha gelek caran wisa anîne serê kurdên Kerkûkê.