Li Kerkûkê êrîşî hêzên ewlehiyê hat kirin

Li Kerkûkê hejmarek çekdaran êrîşî rêbendeke hêzên ewlehiyê kirin, efserek hat kuştin û çar polîs jî birîndar bûn.

23 Berfanbar 2022 - 02:37
23 Berfanbar 2022 - 02:37
 0
Li Kerkûkê êrîşî hêzên ewlehiyê hat kirin

Hat ragihandin ku duh derengê şevê, hejmarek çekdar êrîş kirin ser rêbenda Kobanê ya li sînorê parêzgeha Kerkûkê û li gor amarên destpêkê, efserekî polîsê hawarçûnê yê Iraqê hat kuştin û çar polîs jî birîndar bûn.

Ev êrîş di demekê de ye ku di nava vê mehê de rêze êrîşên terorîstî bi ser hêzên ewlehiyê û welatiyên hatine kirin, di encama wan êrîşan de 20 efser, polîs û welatiyên sivîl hatine kuştin.

Di êrîşa herî dawî de li sînorê nahiya Sergeran a parêzgeha Kerkûkê, karwanekî artêşa Iraqê hat armanckirin û sê leşker hatin kuştin û du leşker jî birîndar bûn.