Nêçîrvan Barzanî Cejna Cemayê pîroz kir
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi peyameke Cejna Cemayê ya Kurdên Êzidî pîroz kir.
Nêçîrvan Barzanî, di peyama xwe xwe got, “Cejna Cemayê ya hemû xwişk û birayên xwe yên Êzidî yên li Îraq, Kurdistan û hemû cîhanê ji dil û can pîroz dikim.”
Serokê Herêma Kurdistanê hêvî kir ku cejn bi aramî û xweşî derbas bibe û got:
“Em careke din xwişk û birayên xwe yên Êzidî piştrast dikin ku em dê wekî her demê piştevanê maf û daxwazên wan bin.
Herwiha dê hewlên me yên ji bo rizgarkirina Êzidiyên ku hatine revandin, her berdewam bikin.
Kurdistan dê ji bo hemû pêkhateyên xwe yên olî û neteweyî tim wekî welatê bihevrejiyanê bimîne.”
Kurdên Êzidî her sal di navbera 6-13ê Çiriya Pêşîn de Cejna Cemayê pîroz dikin.
Îsal jî cejn li perestgeha pîroz a Êzdiyan, Perestgeha Laleşê tê pîrozkirin.
Pîrozbahiyên li Laleşê di nav gel de bi navê “Cemaya Şêx Hadî” tên naskirin.
Cejna Cemayê ya îsal dê hefteyekê bidome û tê texmînkirin ku bi deh hezaran kes beşdarî çalakiyên wê cejnê bibin.