Nivîskarê Kurd Ezîz Gerdî koça dawî kir
Nivîskar û wergêrê navdar ê Kurd Ezîz Gerdî îro li Hewlêrê di temenê 75 saliyê koça dawiyê kir.
Nivîskar Ezîz Gerdî ji ber têkçûna rewşa wî ya tendirustî, li nexweşxaneyê di bin çavdêriya bijîşkî de bû û îro koça dawî kir.
Piştî belavbûna nûçeya nexweşbûna Ezîz Gerdî, çendîn berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana wî kir, wek Wezîrê Tendirustiyê, Parêzgarê Hewlêrê û Rêveberê Giştî yê Tendirustiya Hewlêrê.
Ezîz Gerdî sala 1947an li nahiya Behrike ya ser bi Hewlêrê ve ji dayik bû û zêdetir ji 36 berhemên wêjeyî nivîsîne û wergerandine.
Ezîz Gerdî piştî qedandina xwendina wêjeyê li Fakulteya Wêje li Hewlêrê, demekê karê mamostetiyê kir û piştre dest ji kar vekişand û xwe ji bo karê nivîsîn û wergerê terxan kir. Wî ligel zimanê Kurdî, zimanê Erebî, Farisî, Îngilîzî, Fransî û Îspanî jî bi başî dizanî.