Serok Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Hindistanê li Hewlêrê kir
Serok Mesûd Barzanî îro 21.12.2023an pêşwazî li Konsulê Hindistanê yê li Hewlêrê Madan Gopal kir.
Di hevdîtinê de, rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê û ew warên ku dikarin li ser pêşxistina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hindistanê de kar li ser bên kirin, hatin gotûbêjkirin. Konsulê Hindistanê li Hewlêrê daxwaza pêşxistina pêwendiyên di navbera her du welatan de di warên pêgehandina karînên mirovî, çandî, teknolojî û pizîşkî de kir.
Her di vê hevdîtinê de, Serok Barzanî pêzanînên xwe ji bo serkirdeyên mezin ên Hindistanê yên weke Gandî û Nehro hebû ku di palpiştîkirina gelên bindest û aştî û pêkvejiyana cîhanê de rola wan hebû û ragihand, gelê Kurd rêzeke wan a taybet ji gelê Hindistanê û çanda piralî û pêkvejiyana Hindistanê re heye.
Di beşeke din a hevdîtinê de, Serok Barzanî kurteyek ji dîroka têkoşîna gelê Kurdistanê pêşkêş kir û Konsulê Hindistanê jî rola Pêşmerge û gelê Kurdistanê ya ji bo azadîxwazî û şerê li dijî terorîstan, bilind nirxand.