Serok Barzanî: Em nîgeran in û rewşa Rojava nedibûya bigiha vê rewşa niha

Serok Barzanî li ser rewşa Kurdan a li Rojavayê Kurdistanê nîgeraniya xwe anî ziman û ragihand ku bûyer û pêşhateyên van demên dawî yên li Sûriyê, bi taybetî rewşa gelê Kurd li wî welatî cihê nîgeraniyê ye.

20 Berfanbar 2018 - 11:22
20 Berfanbar 2018 - 11:22
 0
Serok Barzanî: Em nîgeran in û rewşa Rojava nedibûya bigiha vê rewşa niha

Serok Barzanî li ser rewşa Kurdan a li Rojavayê Kurdistanê nîgeraniya xwe anî ziman û ragihand ku bûyer û pêşhateyên van demên dawî yên li Sûriyê, bi taybetî rewşa gelê Kurd li wî welatî cihê nîgeraniyê ye.

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Rûdan û pêşhatên vê dawiyê li Sûriye û bi taybetî rewşa gelê Kurd li wî welatî cihê nîgeraniyê ye. Berê jî li ser paşeroja gelê Kurd li Sûriye û ew rewşa li Rojava dirust bûye, me têbînî û nîgeraniya xwe ragihandiye û nedibûya bigiha vê rewşa niha.

Hejmareke yekcar zêde ya hemwelatiyên Kurdê Sûriye di jiyana koçberiyê de dijîn û êrîşa terorîstên DAIŞê û rewşa xerab a siyasî û gefên din ên salên derbasbûyî, xelkê Kurd li Sûriye gelek êşandiye û hê jî şerê DAIŞê jî temam nebûye.

Hêvîdar im rûdanên vê dawiyê û pêşhatên nû, nebe sedema wê yekê ku tundutîjî û şer geştir bibe û êdî hemwelatî û gelê Kurd li Sûriye ji êş û azarên zêdetir nebînin.

Mesûd Barzanî

20.12.2018

Ev nûçe bi tevahî 917 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 06:16:47