Serok Barzanî: Serhildan peyameke ron bû ku gelê Kurdistanê zindî ye û azadiyê dixwaze

Serok Barzanî salvegera serhildana gelê Kurdistanê pîroz dike û tekez dike, “Serhildan peyameke ron bû ku gelê Kurdistanê di ser zilm û tepeserî û tirsandinê re zindî ye û azadî û serbestiyê dixwaze.”

5 Adar 2025 - 11:45
5 Adar 2025 - 11:45
 0
Serok Barzanî: Serhildan peyameke ron bû ku gelê Kurdistanê zindî ye û azadiyê dixwaze

Serok Mesûd Barzanî îro (Çarşem, 05.03.2025) bi helkeftina salvegera serhildana sala 1991ê ya xelkê Kurdistanê peyamek parve kir ku tê de amaje daye, “Serhildan yek ji serwerî û destkeftiyên giranbiha yên gelê Kurdistanê ye. Dewlet serê îradeya gelê Kurdistanê û qehremaniya Pêşmergeyan û yekrêziya aliyên nav tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê, serhildan çê bû û serkeftin tomar kir.”

Serok Barzanî tekez jî kiriye, “Serhildan li dijî dezgehên stemkar û dagirker peyameke ron bû, ku gelê Kurdistanê di ser zilm û tepeserî û tirsandinê re zindî ye û azadî û serbestiyê dixwaze.”

Serok Barzanî herwesa gotiye, “Di vê bîranîna pîroz de, em tekezê li ser nirxên pîroz ên serhildanê û peyama aştî û biratî û pêkvejiyanê dikin.”

Peyama Serok Barzanî ji bo bîranîna serhildanê:

Bi navê Xudayê Mezin û Dilovan

Bi helkeftina salvegera 34ê ya serhildana mezin a gelê Kurdistanê, ez pîrozbahiyê li malbatên serbilind ên şehîd û Pêşmergeyên qehreman û hemî xebatker û azadîxwaz û niştîmanperweran û tevaya xelkê Kurdistanê dikim.

Serhildan yek ji serwerî û destkeftiyên giranbiha yên gelê Kurdistanê ye. Dewlet serê îradeya gelê Kurdistanê û qehremaniya Pêşmergeyan û yekrêziya aliyên nav tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê, serhildan çê bû û serkeftin tomar kir. Serhildan li dijî dezgehên stemkar û dagirker peyameke ron bû, ku gelê Kurdistanê di ser zilm û tepeserî û tirsandinê re zindî ye û azadî û serbestiyê dixwaze. Serhildanê ew rastî jî selimand ku dagirkarî û stem çend bihêz jî bin, li dawiyê her bidawî tên û îrade û hêza gelê Kurdistanê ye ku dê serkeftî be.

Em di vê bîranîna pîroz de tekezê li ser nirxên pîroz ên serhildanê û peyama aştî û biratî û pêkvejiyana gelê Kurdistanê dikin. Em silavan ji bo canê bilind ê şehîdên serhildanê û hemî şehîdên xebata rizgarîxwaziya Kurdistanê dişînin, ku bi xwîna xwe ya pakij azadî û serbestî ji bo gelê me peyda kir.