Serok Barzanî: Spasî û pêzanînên min ji wan kesên ku venekişyan û xwe neçemandin re heye!

Di yekem salvegera biryardayîna birêvebirina referandûma serxwebûna Kurdistanê de, Serok Barzanî li tora pêwendiyên civakî “Twitter” de peyamek belav kir.

7 Hezîran 2018 - 13:17
7 Hezîran 2018 - 13:17
 0
Serok Barzanî: Spasî û pêzanînên min ji wan kesên ku venekişyan û xwe neçemandin re heye!

Serok Barzanî di wê derbarê de nivîsiye: “Îro rojeke dîrokî ye. Spasî û pêzanîna min ji kesên ku bi paş ve venekişiyan û xwe neçemandine re heye.”

Sala borî Serok Barzanî serperiştiya civîneke berfereh a aliyên siyasî yên Kurdistanê kir û di wê civînê de biryar hat dayîn ku roja 25ê Îlonê referandûma serxwebûna Kurdistanê bi rê ve biçe.