Serok Barzanî û Falih Feyaz danûstandinan li ser rewşa siyasî û ewlehî ya Îraqê dikin

Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Desteya Heşda Şebî kir û pê re ronahî berda ser peywendiyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê.

3 Adar 2025 - 10:40
3 Adar 2025 - 10:40
 0
Serok Barzanî û Falih Feyaz danûstandinan li ser rewşa siyasî û ewlehî ya Îraqê dikin

Serok Mesûd Barzanî doh pêşwaziya Serokê Desteya Heşda Şebî Falih Feyaz kir.

Baregayê Barzanî parve kiriye, “Di wê civînê de danûstandin li ser rewşa siyasî û ewlehî ya Îraqê û deverê hatin kirin.”

Herwesa her du aliyan ronahî brda ser peywendiyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê ya Federalî jî.