Serokwezîr Mesrûr Barzanî gihîşt Hewlêrê

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 7ê Adara 2024an, piştî serdaneke fermî bo Amerîkayê, vegeriya Hewlêrê.

7 Adar 2024 - 09:24
7 Adar 2024 - 09:24
 0
Serokwezîr Mesrûr Barzanî gihîşt Hewlêrê

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Washingtonê bi rayedarên payebilind ên Koşka Sipî, Kongress, Wezareta Derve, Pentagon û Wezareta Xezîneyê re hevdîtin kirin.

Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi serokê berê yê Amerîkayê George W. Bush re jî hevdîtin pêk anî.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşhatên dawî yên li Iraq û Herêma Kurdistanê, giringiya rêzgirtin li qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê, dabînkirina mafên destûrî û darayî yên gelê Kurdistanê, parastina mafên pêkhateyan û proseya dubare destpêkirina petrola Kurdistanê bi berpirsên bilind ên Amerîkayê re gotûbêj kirin.