Xarpêt: Ciwaneke 24 salî di golê de xeniqî

Li navçeya Xoxê ya parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê ciwanek di Gola Hazarê de xeniqî.

28 Tîrmeh 2023 - 03:36
28 Tîrmeh 2023 - 03:36
 0
Xarpêt: Ciwaneke 24 salî di golê de xeniqî

Li gorî zanyariyan piştî nîvro ciwaneke bi navê Mîne B. ya 24 salî ji bo avjeniyê kete Gola Hazarê ya li navçeya Xoxê û piştre ber avê ket.

Li ser agahdarkirina hevalên Mîneyê tîmên rizgarkirinê, tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê çûne cihê bûyerê.

Di encama xebatên lêgerînê de cenazeya Mîneyê ji nav golê hat derxistin û ji bo karên otopsiyê ji bo morga Nexweşxaneya Zanîngeha Firatê hate birin.