YNKyê derbarê hilbijartinên Kurdistanê daxuyanî da
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ragihand derbarê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê got, “Divê hilbijartin di dema xwe de bên kirin.”
Polîtburaya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) îro li Dabeşanê civiya û piştî civînê daxuyaniyek belav kir.
YNKyê diyar kir di civînê de behsa amadekariyên hilbijartinan ên li Dihok, Hewlêr û Silêmaniyê hatiye kirin.
Li gorî daxuyaniyê yek ji mijarên din ê civînê belavkirina mûçeya fermanberên Herêma Kurdistan bûye ku ji ber pereyê kêm û neşandina pere ji aliyê Bexdayê hatiye rawestandin.
Polîtburoya PDKyê doh bi serperiştiya Serok Mesûd Barzanî civiyabû û piştî civînê di daxuyaniyekê de gotibû:
“Em di çarçoveya misyona xwe ya dîrokî û berjewendiyên xwe yên neteweyî de beşdarî wan hilbijartinan nabin ku bi awayekî nesayayî hatine ferzkirin.”
Polîtburoya YNKyê derbarê vê mijarê jî got:
“Hilbijartin bi tenê rêya rast û rewa ya nûkirina pêvajoya demokrasiyê û serweriyê ye li welatê me.
Nekirina hilbijatinan di dema hatiye ragihandin de, ji ber çi sedemê dibe bila bibe paşveçûneke di pêvajoya demokrasiyê de ye û serencama meşrû ya dezgehên herêmê jî dixe jêr pirsiyaran."
Di civînê de herwiha hat gotin ku ezmûna zêdetir ji 30 salan a Kurdistana azad bi qurbanîdana gelê Kurd hatiye bidestxistin û divê bi veguhastina demokratîk a desthilatê were parastin.