Asayîş: Li Hesekê serçeteyekî DAIŞê hat kuştin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) ragihand, di operasyoneke taybet de li gundewarê Hesekê, serçeteyekî DAIŞê hatiye kuştin.

23 Tebax 2025 - 10:46
23 Tebax 2025 - 10:46
 0
Asayîş: Li Hesekê serçeteyekî DAIŞê hat kuştin

Li gor daxuyaniya Asayîşê, operasyon li gundê Zîba li dijî serçeteyê bi navê Ebdurehman Elî Xidir hatiye lidarxistin ku endamê şaneya veşartî ya "Ebû Ducana" ya girêdayî rêxistina terorîst a DAIŞê bû. 

Hate diyarkirin jî, Ebdurehman Elî Xidir û şaneya wî di gelek çalakiyên terorîstî de cih girtine.

Li gorî daxuyaniyê, di dema operasyonê de, serçeteyê navborî li dijî hêzan şer kiriye û di encamê de hatiye kuştin.

Di operasyonê de, çek û hin alavên leşkerî jî hatin desteserkirin.

 

Ev nûçe bi tevahî 29 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:55:02