Dayîkên Aştiyê: Em piştgıriya çareseriyê dikin lê helwesta dijî ziman jî qebûl nakin

Dayîkên aştiyê yên ku li parlelentoya Tirkiyeyê rê li ber axaftina wan a bi kurdî hatibû girtin amaje kirin ku divê hemu zext û zorên pêşiya zimanê kurdî ji holê rabin û her wiha divê di destûra Tirkiyeyê de nasname û zimanê kurdî jî were nasîn.

23 Tebax 2025 - 10:45
23 Tebax 2025 - 10:45
 0
Dayîkên Aştiyê: Em piştgıriya çareseriyê dikin lê helwesta dijî ziman jî qebûl nakin

Dayîkên aştiyê bo komisyona hevgirtina neteweyî biratî û demokrasiyê hatibun vexwendin û dema k udi komîsyonê de xwestibûn bi kurdî biaxifin rê li ber wan hatibû girtin. Dayîkên aştiyê derbarê vê helwestê de li Diyarbekirê di nûnertiya komeleya mafên mirovan a Diyarbekirê de civînek çapemeniyê li dar xistin û li dijî helwesta ser zimanê kurdî bertek nîşandan. Dayîkên aştiyê amaje kirin ku ew piştgiriya hemû hewl û xebatên çareseriyê dikin lê helwestên wisa yên li dijî zimanê kurdî jî qebul nakin.

Dayîka Aştiyê, Turkiye Bozkurt: “Em dibêjin divê di destûra ku nu were çêkirin de zimanê kurdî û nasnameya kurd jî hebe, em dixwazin ku bo zimanê kurdî statu were dayîn.”

Dayîkên aştiyê bang kirin ku divê li dijî rênedana zimanê kurdî hemû kurd di hemû qadên jiyanê de bi zimanê kurdî biaxifin û li zimanê xwe xwedî derbikevin.

Dayîka Aştiyê, Meryeme Turan dibêje: “Em bang li hemû kurdan dikin ku li zimanê xwe xwedî derbikevin, di hemû qadên jiyanê de bi zimanê kurdî biaxifin, bila dê û bav bi zarokên xwe bi neviyên xwe re di malê bi zimanê kurdî biaxifin, em dixwazin zimanê kurdî bibe fermî.”

Dayîkên aştiyê balê dikêşin ku sedema pirsa kurd tinehesibandina zimanê kurdî ye û sedema avakirina komîsyonê jî çareserkirina pirsa kurd e û ji ber wê helwesta komîsyonê xizmeta çareseriyê nake, dayîkên aştiyê dibêjin divê kurdî bibe xwedî statu.

 

Ev nûçe bi tevahî 23 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:49:37