Asayîş û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê 200 dîl pev guhertin
Di çarçoveya pêkanîna bendên Peymana 29ê Kanûna Paşînê de, kar û barên berdana 200 dîl û girtiyan hatin temamkirin û wan azadiya xwe bi dest xist.
Di çarçoveya peymana ku di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de hatiye îmzekirin, pevguhertina dîl û girtiyan didome.
Îro ji her du aliyan bi giştî 200 dîl û girtî hatin berdan.
"100 girtiyên me hatin berdan"
Hêzên Asayîşê li ser mijarê daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku ev pêngav di çarçoveya "Peymana 29ê Kanûna Paşîn" de pêk hatiye.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Bi armanca valakirina girtîgehan û girtina dosyeya dîlan, îro 100 kesên din hatin berdan.
Li hemberî vê yekê û di bin çavdêriya aliyên peywendîdar de, me jî 100 girtiyên li cem xwe berdan."
Asayîşê destnîşan kir ku ev pêvajo li gorî peymanê û pîvanên yasayî bi rê ve çûye û ew dê karên xwe yên ji bo girtina dosyeya dîlan bidomînin.
Piştî ku girtiyên di destê Hikûmeta Demkî de hatin berdan, Hêzên Asayîşê ew dîlên hatine berdan gihandin malbatên wan.
Li Hisîçayê pêşwazî li wan hat kirin
Malbatên girtiyan û xelkê Hisîçayê li Çerxerêya Panoramayê ya bajêr, pêşwazî li wan dîlan kir ku ji aliyê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ve hatibûn berdan.
Di merasîma pêşwazîkirinê de Parêzgarê Hisîçayê Nûredîn Ehmed, rûspiyên bajêr û gelek kesayet amade bûn.
Welatiyan kêfxweşiya xwe anî zimên û hêvî kir ku di demên pêş de hemû dîlên mayî jî werin berdan û vegerin nav malbatên xwe.
Hat zanîn ku ew 100 kesên ji aliyê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ve hatine berdan, xelkê parêzgehên Reqayê, Dêrezorê, Kobaniyê û Qamişloyê ne.
Nûvekirina herî dawî: 14:49:56