Asayişê YNK salona sînemayê girt û nehîşt fîlma PKKê were nîşandan!

Salona sînemaya Salim ya bajarê Silêmaniyê ji aliyê asayişa YNKê ve hat girtin.

8 Çile 2019 - 11:10
8 Çile 2019 - 11:10
 0
Asayişê YNK salona sînemayê girt û nehîşt fîlma PKKê were nîşandan!

Rêveberiya sînemaya Salim ya bajarê Silêmaniyê ragihand, îro danê sibê komek çekdarên asayişa YNKê avêtin ser sînemayê û salon girtin.

Li gorî agahiyên BasNewsê, biryar bû fîlmek li ser jiyana endama PKKê ya bi navê Sakîne Cansiz, ku roja 9 Çileya 2013 li Parîsê ligel du hevalên xwe hatibû terorkirin, were nîşandan.

Par havînê jî YNKê pêşiya nîşandana fîlmekê li ser girtiyên PKKê li sînemaya Salim, girtibû.

Tê gotin ku ev kiryarên YNKê jî di çarçoveya rêkeftina YNK û Tirkiyê ya li dijî PKKê de ne.

Ev nûçe bi tevahî 1441 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 08:52:56