Salnameya Kurdî ya Nûbiharê ya 2026ê Hate Weşandin
Weşanxaneya Nûbiharê Salnameya xwe ya Kurdî ya sala 2026ê bi xwîneran re parve kir. Ev salname bi formata takvîma pelpelî ya kevneşopî hatiye amadekirin û bi dewlemendiya naverokê û aliyê xwe yê çandî balê dikşîne.

Li rûyê piştî yên takvîma pelpelî ya Nûbiharê; agahiyên dînî, biyografiyên kurt ên kesayetên navdar ên Kurd û cîhanê, hilbijartinên ji edebiyata cîhanê, bûyerên dîrokî yên girîng, çîrokên xweş yên Kurdî û helbestên klasîk ên edebiyata Kurdî cîh digirin. Li rûyê pêşî yên takvîmê jî gotinên pêşiyan, gotinên vecîz, agahiyên “di dîrokê de îro”, meala ayet û hadîsan û demên nimêjê yên bajare hene.
Bi Salnameyê re her weha 8 qapaxên kartonî yên cuda tên pêşkêşkirin ku tê de wêneyên nav û cihên ku li dîrok û çanda Kurdî yên bihêz hiştine cîh digirin. Di van qapaxan de wêneyên Ehmedê Xanî, Şêx Seîd, Medresa Sor (Cizîr), Qesra Îshaq Paşa (Bazîda/Doğubayazıt), Bediüzzaman Saidê Kurdî, Selahaddînê Eyyûbî û Şerefxanê Bedlîsî yên li gel wan jî, di dizaynek taybet de, pênc edîbên Kurd: Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Melayê Bateyî û Baba Tahirê Uryan bi hev re cîh digirin.
Salnameya Nûbiharê ya 2026ê ku bi Kurdî (Kurmancî) hatiye amadekirin, ji rêya malpera fermî ya serhêl a Nûbiharê an jî li her bajarê ji Nûbihar Komelê û nûnerên kovara Nûbiharê tê temînkirin.








Nûvekirina herî dawî: 10:18:00








































































































































































