Axios: Amerîkayê Patriot şandin Siûdî û Qeterê

Hat ragihandin ku Amerîkayê ji bo parastina tesîsên petrol û gaza xwezayî yên li Erebistana Siûdî û Qeterê du bataryayên din ên Patriotê şandine herêmê.

2 Cotmeh 2026 - 10:31
2 Cotmeh 2026 - 10:31
 0
Axios: Amerîkayê Patriot şandin Siûdî û Qeterê

Li gorî nûçeya malpera Axiosê ya ku xwe dispêre çavkaniyên ku nexwestiye navê wan were eşkerekirin, Amerîka dixwaze piştrastiyê bide Qeter û Erebistana Siûdî.

Amerîka dixwaze ku eger Serok Donald Trump careke din êrişî Îranê bike, tesîsên girîng ên enerjiyê yên van her du welatan ji aliyê pergalan ve bên parastin.

Dilgiraniyên Siûdî û Qeterê

Destpêka meha tebaxê dema ku Trump êrişeke mezin a li ser binesaziya enerjiya Îranê plan dikir, Erebistana Siûdî û Qeterê dilgiraniya xwe anîbû zimên.

Her du welatan diyar kiribû ku ew dilgiran in ku Îran wekî bersiv êrişî tesîsên wan ên petrol û gaza xwezayî bike.

Rayedarên Amerîkayî da zanîn ku li ser vê yekê Trump li şûna êrişa leşkerî, biryar daye ku guvaşa aborî ya li ser Îranê zêde bike.

Bataryayên zêde hatin şandin

Amerîkayê meha borî ji bo parastina tesîseke girîng a petrolê ya li Erebistana Siûdî bataryayeke Patriotê şandibû.

Her wiha ji bo parastina tesîsa gaza xwezayî, bataryayeke din a Patriotê jî ji Qeterê re hat şandin.

 

Ev nûçe bi tevahî 69 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 22:09:02