Balafirên Amerîkî Heşdî Şabî xist...

Balafirên şer ê Amerîkî Mewziyên heşdî Şabî ku navbera sinorên Suriye û Iraq'ê de ye xist, tê gotin ku gellek mirî û birîndar hene.

8 Tebax 2017 - 06:00
8 Tebax 2017 - 06:00
 0
Balafirên Amerîkî Heşdî Şabî xist...

Komeke ku ser bi Heşda Şeibî ya bi navê Ketîbeyên Şeydûşûheda ragihand, ku duh Duşemê 07-08-2017, li nêzîkî Ekaşat a rojavaye Iraqê, li ser sînorê Sûriyê, Artêşa Amerîkayê yekîneyeke wan topbaran kiriye.

Ketîbeyên Şeydûşûheda eşkere kir, ku di encama vê êrîşê de gelek kuştî û birîndarên wan hene.

Vê hêza Heşda Şeibî gef li Artêşa Amerîkayê xwar û got: “Li hember vê bûyerê emê bêdeng nemînin.”

Ketîbeyên Şeydûşûheda, di daxuyaniya xwe de ji hikûmeta Iraqê û herwiha aliyên pêwendîdar kir, ku vê bûyerê lêkolîn bikin. Herwiha ji bo wergirtina helwestê bang li Heşda Şeibî kir da ku bicivin.

Derbarê vê daxuyaniyê de Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) di peywendiyeke telefonî de ji Rûdawê re got: “Me ev raport dît û niha lêkolîn dikin.”

Navçeya Ekaşat ser bi parêzgeha Enbarê ye û 160 kîlometre dûrê navçeya Qaîm û 100 kîlometre jî dûrê bajarê Rûtbe ye.

Ev nûçe bi tevahî 1518 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:39:06