Gorêk komî ku 550 laş tê de heye hat dîtin...

Iraq'ê li bajarê Tikrit a ser bi Selehedîn a Iraqê termê 550 qurbaniyên ku 2014 ji aliyê rêxistina terorîst a DAIŞ ve hatine kuştin hatin dîtin.

8 Tebax 2017 - 06:06
8 Tebax 2017 - 06:06
 0
Gorêk komî ku 550 laş tê de heye hat dîtin...

Tê gotin ku rayedar bendewarî dikin ku hîn zêdetir term di vê herêmê de hebin. Di gora komî de 550 term hatin derxistin. Pisporên dadxaneya tibî a Iraqê dan xuya kirin ev termana yên girêdayî Iraqê ne ku DAIŞê li wargeheke li bajêr ya ku baregeheke binavê Spericher ya hêzên hewayî yên Amerîkayê ku berê têde mane de kuştin.

Fermandarê heşdî Şeibî Muin Kazimî diyar kir, ’’Me ji malbatên 550 qurbaniyan re agahî dane. Wê hîna testa DNA ya 200 terman bê kirin’’.

Kazimî herwaha diyar kir, hejmara qurbaniyan wê hezarî derbaz bike û diyar kir 2014ê 12 Xizîranê alîgirên DAIŞê dibistanek leşkerî de ya binavê Spericher ya li bajarê Tikrit de bi hezaran ciwanên leşker ku zêdetirên wan Şîe bun revandin û nêzî hezar û 700 leşkerî kuştibu.

Di vê wargehê de nêzî 4 hezar şagirtên leşkerî hebun.

Tikrit 2015 ji DAIŞê hatibu wergirtin. Ji aliyekî din ve hefteya derbas buyî goreke komî di Mulsilê de hatibu dîtin ku 30 term têde derketibun. Aştêşa Iraqê jî dabu diyar kirin ku 4ê Tebaxê li herêma Enbar de goreke komî de 40 term dîtibun.

Ev nûçe bi tevahî 1813 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:53:06