Balafirên şer yên Tirkiyê li devera Amêdiyê li PKKê dan
Balafirên şer yên Tirkiyê dîsa jî li çeperên PKKê yên li devera Amêdî ya Duhokê dan.

Îro danê sibê balafirên şer li çeperên PKKê yên li çiyayê Metîn û gundê Sergelê li nêzîkî bajarokê Amêdî yê Duhokê dan.
Hat gotin ku di encama bombebaranê de ziyan gihîştiye zevî û erdên welatiyan.
Duh jî balafirên şer yên Tirkiyê li çeperên PKKê yên li heman deverê dabûn, di wê êrişê de otomobîleka PKKê hatibû hedefkirin û welatiyekî Başûrî jî birîndar bibû.
Xelkê Başûrê Kurdistanê bi taybet welatiyên deverên sînorî ji hebûna PKKê aciz bûne û gelek caran ji PKKê xwastine kamp û çeperên xwe ji wan deveran dûr bixe lê PKK guh nade xelkê.
Nûvekirina herî dawî: 04:58:01