Li Manîsayê êrişa çekdarî ya li ber lîseyê: 8 xwendekar birîndar bûn

Li navçeya Turgutluyê ya Manîsayê li ber deriyê lîseyekê êrişeke çekdarî hat kirin û li gorî agahiyên pêşî di encamê de 8 xwendekar birîndar bûn.

22 Îlon 2026 - 10:38
22 Îlon 2026 - 10:38
 0
Li Manîsayê êrişa çekdarî ya li ber lîseyê: 8 xwendekar birîndar bûn

Bûyerê danê sibehê li ber avahiya Lîseya Pîşeyî û Teknîkî ya Anatoliyayê ya Încî Uzmez rû da.

Kesekî ku hîn nasnameya wî nehatiye tesbîtkirin, bi ser xwendekaran de gule reşandin.

Bi agahdarkirinê re polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê xwendekarên birîndar piştî midaxeleya yekem rakirin nexweşxaneyên derdorê.

Hat ragihandin ku xwendekarên birîndar li nexweşxaneyê tên dermankirin.

Piştî bûyerê li herêmê tedbîrên ewlehiyê yên berfireh hat girtin û ji bo desteserkirina êrişkarê ku reviyaye xebateke berfireh hat destpêkirin. Lêpirsîna li ser bûyerê didome.

 

Ev nûçe bi tevahî 1 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:38:20