Bamernê – PKKê û hêzên artêşa Tirkiyê hevdu topbaran kirin

Duh êvarê PKKê çend gulle arasteyî serbazgeha Bamernê ya hêzên Tirkiyê ya li sînorê navçeya Amêdiyê kirin.

17 Tebax 2022 - 03:25
17 Tebax 2022 - 03:25
 0
Bamernê – PKKê û hêzên artêşa Tirkiyê hevdu topbaran kirin

Welatiyekî ku di wê demê de ji kîlometreyekê kêmtir dûrî serbazgehê di nav rezê xwe de bûye, ji K24ê re ragihand, danê êvarê çekdarên PKKê bi çend gulleyan êrîşî serbazgeha Bamernê kir.

Herwiha eşkere kir, piştî êrîşê, topxaneyên Tirkiyê ji nav serbazgeha Bamernê bersiva êrîşa PKKê da û heşt gulletop ji bajarokê Bamernê arasteyî Çiyayê Metîna hatin kirin.

Ev cara yekem nîne ku PKK ji wê derê ve êrîş dike ser serbazgeha Bamernê, di nava du mehan de ev cara sêyem e ku ji wê deverê êrîşî serbazgeha Tirkiyê tê kirin.

Van êrîşan welatiyên deverê bêzar kirine û bûne sedema tirsê li nav welatiyan, loma ji her du aliyan tê xwestin ku şerê xwe ji wan deveran dûr bixin.

Ev nûçe bi tevahî 909 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 06:38:52